Society

K’omê alet’ê bînk’iþandina nee’slîye t’eze wê bînne li Ermenîstanê

Gömana wezîrê sag’lemîxweykirinê heye, wekî wê bikarvin belqîtkê bidine sekinandinê, û lazmaya xevatandina alet’ê anîhatî wê t’ineve. Ermenîstanêda vê gavê 75 alet’ê bînk’iþandinêye nee’slî hene, ij k’îjana yek- merk’eza “Sûrb Grîgor Lûsavorîç”-e doxtirîêda. Pey r’ûniþtina h’ökömetêr’a wexta qisa merk’eza çapgerîêda qewimî salix Arsên T’orosyanê wezîrê CE-êyî sag’lemîxweykirinê e’lamkir. Bi gilîyê wezîr- vê demê 5 pasîênt alet’ê nee’slîva cembûyîne. Lêbelê, h’ökömet t’erefê anîna alet’ê bînk’iþandinêye t’ezeda gava dike. “Hejmar meye alet’ê ij Çînstanê bi fir’îna mexsûs hatinê hene, weke 100- cûr’ekî, 5-6- modêlekê, 50 alet’ jî me dane ser, nîvê k’îjana meha nîsanê, nîvê dinê- nîvê meha gölanê wê Ermenîstanêdavin”,- T’orosyan got. Wezîr da k’ivþê- h’ökömet p’eydadike, lê gömana wê heye, wekî lazmaya xevtandina wan wê t’ineve. Em bînne bîr, wekîr’ûniþtina h’ökömetêda Arsên T’orosyan e’lamkiribû, wekî merk’eza “Sûrb Grîgor Lûsavorîç”-e doxtirîyê wergöhêzî nexweþxana înfêksîon dive- her t’enê seva qenckirina nexweþê bi koronavîrûsê.

T’omerî- Ermenîstanêda îro nexweþê bi koronavîrûsê9 nexweþxane qebûldikin- nexweþxana “Nork’”-e înfêksîon, înstîtûta ort’opêdîayê, hospîtala polîsîayê, p’aravayê mala merk’eza “Sûrb Astvasamayr”-e doxtirîêyî welidandinê, merk’eza Artaþatêye doxtirîyê, nexweþxanê Gömirîyê û Vanazorêye înfêksîon, p’aravayê merk’eza Qap’anêye doxtirîêyî cöda. Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî idî gihîþtîye 663-a- nav r’okê bi zedebûna bi 92-a.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button