Sport

At’lêta Amêrîkaêye ermenî bajar’vantîya CE stendîye û dikare t’ev Tokîo-2020-îve

Alîson Halvêrsona altlêta sivike e’silermenî, ya kö wek’îltîyê WAY dike, bajar’vantîya CE stendîye, û, lap nêzîkî aqilaye, lîstikê Tokîoêye olîmpîêda wê wek’îltîyê welatê me bike. “Ez r’esmî bajar’vana Ermenîstanême. Ez k’öbarim seva vê destanînê, 100 sala zêdetir pêþda pêþê min we’dekî t’opa dinîaêyî herîçetin jîne… ij wana gelek bi cûr’ê gilînrekirinê ij e’mrê xwe me’rimbûne, lê kalkê min ancax karibûye ij Qir’a ermenîya bifilite- bi wergirtina k’incê keç’ika û bi qeyikê gihîþtîye ada Ÿlîsê. Bêy nedirdayîn û cöle’tê pêþê min- ezê îro li vira nînibûma. Ez ser vî welatê k’aw, bedew, mêvandost û qewîn bengîbûme û bêsebir hîvîyême bivînim, k’a pêþer’ojê k’arê çi seva imn û Ermenîstanê kirîye”,- bi t’ehwîlkirina “armsport”-ê- Alîsonê nivîsîye û bi pasporta ermenî fotoþikl belakirine. Alîson Halvêrson hêp’t’atlêta (p’ir’þer’vanî) profêsîonale, û e’lamkirîye, wekî ewê xwestîye bajar’vantîya CE bistîne: vî þöxölîda Alîsonê alîk’arîya R’obêrt Ÿmîyanê sedrê fêdêrasîya CE-êye at’lêtîkayê, r’êkordbirê Avropaêyî dûrbanzdanêyî e’meldaye giranbiha binxetkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button