Society

Derheqa t’ivdîra qanûnne’ma CE-êye cezakirinêda e’ne’nekirina civakî qewimîye

Bi cefê wezareta CE-êye e’daletê û berne’ma “Ermenîstanêda ahengkirina xevtandina li wergöhastinê alîk’arî li e’daleta cezakirinê û  çapnîþê avropî”-dayî t’evayî e’ne’nkirina civakîye derheqa t’ivdîra qanûnne’ma CE-êye cezakrinêda hatbû t’eþkîlkirinê. Bi e’lamkirina “Armênprêsê”- R’ûstam Badasyanê wezîrê CE-yî e’daletê daye k’ivþê, wekî bi p’ara t’ivdîrê qanûnne’mê Cezayê û sûdkirina cezayê e’ne’nekirina wergirtinê hatîye mîaserbûnê. “Wexta e’ne’nekirina fikirê alîyê baþqe-baþqe hatne h’esavhildanê. Vê gavê xevata r’êkpêkkirina t’ivdîra pêþda diçe. T’ivdîra qanûnne’mê gere angorî çapnîþê avropîve”,- Badasyan gotîye. Êkatêrîna Dorodnova k’efîla serk’ara þanda Yektîya Avropaêye Ermenîstanêda daye k’ivþê, wekî Yektîya Avropayê ze’f cidî berbir’î wergöhastinê meh’kemehiqûqîyê dive û serda zêdekirîye, wekî YA hazire alîk’arîya xwe seva wergöhastinê warê meh’kemehiqûqîyê û e’daletêda bidûmîne. Ev berne’me k’omekê dide pêþdaçûyîna wergöhastinê warê e’daleta cezakirinê- bi dayîna alîk’arîya li zorkirina jêhatina qanûndarîyê, mêt’odnasîyaê û înstîtûsîonalva hinartî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button