Politics

Sedsalîkê pey k’ömköjîyêr’a T’irkîya tê serwextbûnê qezîya bêqezîabûna meye îht’îmal: serekwezîrê CE

Ermenîstan hazire bê qewl û qirar eleqetê sîasîyê t’ev T’irkîayê erêke. Derheqa vê yekêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE nav pirsqisa t’ev “Korîêrê dêla Sêra”-ê daye k’ivþê- bi dayîna cava pirsa derheqa eleqetê sîasîêye t’ev Ankarayê. “Me gotîye, û ez diwek’ilînim, wekî em hazirin bê qewil û qirar eleqetê sîasîyê t’ev T’irkîayê careke din erêkin. Naskirina k’ömköjîya ermenîaye ort’emiletîyê em h’esavnakin pêþertê seva eleqetê xweye t’ev T’irkîayê. Ew naskirin pêvajoya ze’f ferze, k’îjan seva ne kö eleqetê meye t’ev wan lazime, lê, çawa min got, seva t’er’ibandina k’omköjîaye global”,- serekwezîrê CE daye k’ivþê. Nîkol P’aþînyan paþda veger’yaye ser naskirina k’omköjîya ermenîya hindava sera Wîlayt’ê Yekbûîye Wek’îlada- bi k’ivþkirina, wekî ew gava ze’f ferze. Serekwezîrê CE binxetkirîye, wekî ewê k’omekê bide k’ömköjîyê paþwextîêye îht’îmal bit’er’bînin. “Lo hila, qirarê heman h’al neh’îa meda digöhêzin. Ew gilîne derheq wê yekêda, wekî sîasîa hemane agrêsîv hindava civaka ort’emiletîêda wê neyê qebûlkirinê. Te’lebextr’a, ij k’omköjîyê sedsalîkê zêdetir þönda T’irkîa hindava ermenîada tê serwextbûnê çawa qezîya îht’îmal seva bêqezîabûna me. Idî weke 30 salaye, wekî sînorê me girtîye- hindava alîya t’irkîda, ne kö hindava meda. Ij alîyê ermenîda ew vekirîye”,- Nîkol P’aþînyan daye k’ivþê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button