Di 9ê Kanûnê de parlementerên Fraksiyona “Peymana Sivîl” a Meclisa Netewî ya Ermenîstanê bi heyeta Komîta Hevkariya Demokrat a Meclisa Nûneran a Amerîkayê re ku bi serdaneke sê rojî hatibû Ermenîstanê re hevdîtin pêk anîbûn.
Arûsyak Jûlhakyan di meclîsê de bixêrhatina mêvanan kir û li ser hevkariya ermenî-amerîkî ya bi bandor axivî û bal kişand ser girîngiya piştgiriya Emerîkayê ji bo pêvajoya reformên demokratîk li Ermenistanê.
Di hevdîtinê de mijarên têkildarî hevkariyên dualî yên nêzîk hatin gotûbêjkirin, li ser pêwîstiya pevguhertina ezmûnan di çend waran de hate tekezkirin.