All NewsTop

Paşînyan xwest ku çavdêrî û şîretên hevkarên YEyê yên derbarê îhtîmala destpêkirina proseya endambûna Ermenîstanê bo YEyê bibihîze

Serokwezîr Nîkol Paşînyan heyeta ku Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Komîserê Pêşxistina Şêweya Jiyana Ewropayê Margarîtîs Skhînas serokatiya wê dike qebûl kir. Serokatiya Daîreya Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Serokwezaretiya Ermenîstanê peyamek belav kir.

Serokwezîr serdana birêz Skhînas a Ermenistanê bi xêrhatina xwe kir û da zanîn ku ev serdan dê bibe alîkar ku rojeva hevkarîya Ermenistan û YEyê were gotûbêjkirin û hevkarî zêdetir pêş bikeve. Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku ji bo peywendiyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Komara Ermenistanê de ev demeke girîng e. “Ez kêfxweş im ku di têkiliyên me de guhertinên berbiçav hene. muzakereyên li ser serbestberdana rejima vîzeyê dest pê dikin, biryar hat dayîn ku bi Fona Aştiyê ya Ewropayê piştgirî bidin Komara Ermenîstanê, ku em vê yekê pir dinirxînin.”

Li gorî Nîkol Paşînyan, Ermenistan bi rastî rojeva xwe ya bi Yekîtiya Ewropayê re berfireh dike. Serokwezîr destnîşan kir ku bi taybetî piştî axaftina wî ya par li Parlamentoya Ewropayê, li welatê me li ser îhtîmala ku Komara Ermenîstanê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê nîqaş tên kirin. “Ev ne mijareke hêsan e, lê bûye beşek ji rojeva siyasî ya Ermenîstanê, lewma pêwîst e bi hûrgilî û berfirehî li ser vê mijarê bête kirin. Li vir girîng e ku em guh bidin çavdêrî û şîretên hevkarên me yên Yekîtiya Ewropî, “Serokê Hikûmetê got.

Nîkol Paşînyan bal kişand ser girîngiya xebatên Mîsyona Sivîl a Ewropayê ya li Ermenîstanê di çarçoveya dabînkirina aştî û aramiyê li herêmê. Serokwezîr herwiha tekezî li ser hevkarîkirina nêzîk bi YEyê re ji bo pêşvebirina çaksaziyên sazî û dezgehî li welatê me kir.

Margaritis Schinas bal kişand ser berjewendiya Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşxistina têkiliyên bi Ermenîstanê re, ji bo pêşdebirina reformên li Ermenîstanê. Di heman demê de, cîgirê serokê Komîsyona Ewropî hêviya hevkariyek bi bandor bi Hikûmeta Ermenistanê re li ser diyaloga serbestiya vîzeyê nîşan da.

Hevdîtinan her wiha mijarên têkildarî cîbicîkirina lihevkirinên ku di civîna bilinda serokwezîrê Ermenistanê, serokê komîsyona Ewrûpa û wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja 5`ê Nîsana îsal li Brûkselê pêk hatin, gotûbêj kirin. Li ser mijarên din ên girîng ên herêmê fikir hatin guheztin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button