All NewsEconomicsTop

Deynê giştî yê Ermenîstanê di nîvê ewil a sala 2024an de gihaşt 12,1 milyar dolarî

Li gorî encamên nîvê yekem ê sala 2024’an deynê dewleta Ermenîstanê gihaşt 12 milyar û 157 mîlyon dolarî. Wezîrê Maliyeyê yê Ermenîstanê Vahê Hovhannîsyan li Meclîsa Neteweyî ev tişt gotîe.

“Hêjayî balkişandinê ye ku navincî dema dravdanê li gorî serê salê hinekî kêm bûye û bûye 7,1 sal. Di vê demê de hedefa me 7-10 sal bû.”

Di heman demê de Vahê Hovhannîsyan anî ziman ku dê di salên pêş de barê servîskirina deynan zêde bibe. Bi taybetî, di destpêka sala bê de, tê plankirin ku dravdana Eurobondên ku ji 300 mîlyon dolarî zêdetir be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button