All NewsTop

Êrîvan û Bakû ji her demê bêhtir nêzî peymana aştiyê ne. Toîvo Klaar

Toîvo Klaarn, nûnerê taybet ê YE li Kafkasya Başûr, di hevpeyvînekê de ligel ajansa Report a alîgirê hikûmetê bersiva pirsên girêdayî pêvajoya aştiyê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de da. Derbarê serdanên xwe yên Ermenîstan û Azerbaycanê û proseyên aştiyê yên di vê salê de, wî diyar kir ku di çarçoveya erka xwe de, bi berdewamî serdana Azerbaycan û Ermenîstanê dike ji bo pêşxistina diyalog, ewlehî, aramî û aştiyê li herêmê.

“Me eleqeya serkirde û berpirsên din ên ji bo agahdarkirina pêvajoyên siyasî yên li herêmê û pêşketinên pêvajoya aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, bilind nirxand. Her wiha me nêrînên xwe yên li ser çawaniya baştirîn nirxandin û piştgirîkirina derfetên aştiya li herêmê pevguherîn. Ji ber vê yekê serdanên min beşdarî xebatên bilind ên YEyê yên ji bo piştgirîkirina normalîzekirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bûn,” Klaar got.

Wî bal kişande ser wê yekê ku “tevî ku di mehên dawî de beşdariya navneteweyî di danûstandinên aştiyê de kêm bûye, li gorî du salên borî, ew kêfxweş in ku pêşkeftinên ku di civînên dualî yên Ermenistan-Azerbaycanê de hatine bidestxistin tomar dikin.”

Klaar bal kişand ser daxuyaniya hevpar a Ermenistan-Azerbeycanê ya 7ê Kanûna 2023an û herwiha daxuyaniya diyarkirina sînor a 19ê Nîsana 2024an. “Ev hemû şert û mercên guncaw ji bo encamdana rêkeftina aştiyane ya çaverêkirî peyda kirine û li gor çavdêriyên min, niha alî ji her demê zêdetir nêzîkî rêkeftinekê bûne, ku eger îradeya siyasî hebe, dê di demek nêzîk de were îmzekirin. Ev bihar di van deh salên dawî de yek ji demên herî bêdeng ên herêmê ye jî divê were pêşwazîkirin. Ez wisa difikirim ku partî li ser rêya rast in. Hêvîdar im ku geşedanên erênî berdewam bin û di demek nêzîk de lihevkirinên berbiçav û tedbîrên din ên pêbaweriyê werin bidestxistin. Piraniya hêmanên peymana aştiyê jixwe hatine lihevkirin, û pirsgirêkên mayî jî, ez difikirim ku bi hêsanî dikarin werin çareser kirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button