All NewsTop

Ararat Mîrzoyan bi Serokwezîrê Dewleta Filistînê re bi telefonê axivî

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 24ê Hezîranê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Dewleta Filistînê, Wezîrê Karên Derve û Diyasporayê Mihemed Mistefa re axivî. Ev ji hêla malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ve hatî ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîrê Filistînê ji ber nêzîkatiya prensîb a ku Ermenîstanê di derbarê naskirina Filistînê de nîşan daye spasiya xwe anî ziman.

Her wiha tê gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê tekez kir ku ev biryara Ermenîstanê bi rastî ji ber helwesta wê ya hevgirtî ya li ser girîngiya piştgirîkirina çareseriya li ser prensîba “du dewletî” û çareserkirina rewşa ku dibe sedema zirarên mezin ên mirovî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button