All NewsTop

Karmendên serokwezîrê Ermenistanê ji Azerbaycanê re pêşniyar kirin ku mekanîzmayek dualî ji bo lêkolîna bûyerên binpêkirina rejima agirbestê ava bike

Hikûmeta Ermenîstanê têkildarî agahiya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Komara Azerbaycanê ve bi awayekî rêkûpêk tên belavkirin, têkildarî binpêkirina agirbestê ji aliyê yekîneyên Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê ve tên kirin de daxuyaniyek da.

“Tevî ku Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê ev hemû sûcdarkirin red kir jî, Azerbaycana van agahiyan didomîne.

Di berdewamiya daxuyaniya serokwezîrê Ermenistanê ya di 15ê Hezîrana îsal de û li ser wê yekê ku îradeya hukûmeta Ermenistanê ye ku rê nede rageşiyê, xebatkarên Serokwezîrê Ermenistanê bi rêyên dîplomatîk ji karmendên Serokomarê Azerbaycanê re pêşniyar kir ku mekanîzmayek dualî ji bo lêkolînkirina bûyerên binpêkirina agirbestê ava bikin.

Karmendên serokwezîrê Ermenîstanê pêşniyar dikin ku mekanîzmaya navborî dest pê bike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button