All NewsTop

Komara Ermenîstanê Dewleta Filistînê nas dike. Wezareta Derve ya Ermenistanê

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê der barê naskirina Dewleta Filistînê de daxuyaniyek da û wiha got:

“Rewşa mirovî ya felaket a li Xezzeyê û pevçûna leşkerî ya berdewam yek ji mijarên sereke yên rojeva siyasî ya navneteweyî ye ku îro pêdivî bi çareseriyê heye. Komara Ermenîstanê bi awayekî kategorîk armanckirina binesaziyên sivîl, tundiya li dijî gelê sivîl û rehîngirtin û girtina sivîlan di dema şerê çekdarî de red dike û tevlî daxwazên civaka navneteweyî ji bo azadkirina wan bê şert û merc dibe.

Komara Ermenîstanê jî tevlî biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû ku tê de banga agirbesta lezgîn li Xezzeyê kir. Her wiha Komara Ermenîstanê ji dil û can eleqedar e ku li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk were, di navbera gelên cihû û filistînî de lihevhatineke mayînde pêk were.

Li ser van gotinên jorîn û dûbare pabendbûna xwe ya bi hiqûqa navneteweyî û prensîbên wekhevî, serwerî û jiyana bi hev re aştiyane ya gelan, Komara Ermenîstanê dewleta Filistînê nas dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button