All NewsTop

Ararat Mîrzoyan beşdarî civîna dahatû ya Civata Wezîrên Derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf nabe

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan beşdarî civîna Konseya Serokên Dezgehên Karên Derve yên welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ku dê di 21ê Hezîranê de li bajarê Almata yê Kazakîstanê bê lidarxistin, nebe. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser pirsa Armenpressê ev tişt got.

Di Sibata 2024an de Ermenîstanê biryara cemidandina endametiya xwe ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf da û piştre jî red kir ku heqê endamtiyê bide rêxistinê. Di 12ê Hezîranê de Serokwezîr Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de îhtîmal nekiriye ku Ermenistan di pêşerojê de ji Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf derkeve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button