All NewsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyê re bi telefonê axivî

Di 18ê Hezîranê de Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyê Rêcêp Tayîp Êrdogan re bi telefonê axivî. Ev ji aliyê karmendê serokwezîrê Ermenistanê ve hatiye ragihandin.

Serokwezîr bi minasebeta hatina Qûrban Bayramê, Serokomarê Tirkiyeyê jî bi boneya hatina Vardavara Cejna Vêgûherîna Îsa Mesîh li Serokwezîrê Ermenistanê pîroz kir.

Serokomar Êrdogan ji ber lehiya ku li heremên bakurê Ermenîstanê diqewime sersaxî da Serokwezîr Paşînyan.

Serkirdeyan tekezî li ser îradeya xwe ya siyasî kirin ji bo çareserkirina temamê peywendiyên Ermenistan û Tirkiyê bêyî ti şert û mercan.

Di wê çarçoveyê de serkirdeyan tekezî li ser berdewamiya civînên nûnerên taybet ên her du welatan kirin û rêkeftinên ku heta niha hatine encamdan dubare kirin.

Lîderan bi kêfxweşî diyar kirin ku diyaloga berdewam a di navbera nûnerên payebilind ên Ermenistan û Tirkiyê de heye. Her wiha pêşhatên dawî yên herêmê û rojeva navneteweyî jî gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button