All NewsTop

Sûrên Papîkyan û Sêbastîan Likornû der barê hevkariya di warê parastinê de nirxandin kirine

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan 17’ê Hezîranê di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya li Fransayê de bi Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê Sêbastîan Likornû re hevdîtinek pêk anîbû.

Di hevdîtinê de li ser pêvajoya niha ya hevkariyên berevaniyê yên di navbera Ermenistan û Fransayê de hat gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê pêşveçûna reformên di warê berevaniyê de li Ermenîstanê û xebatên ku di çarçoveya hevkariya bi Fransayê re di vî warî de hatine kirin, pêşkêş kir.

Aliyan tekezî li ser hevkariya leşkerî-teknîkî kirin, ku li ser wê yekê rêkeftinên nû hatin kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button