All NewsTop

Heger Azerbaycan nêzîkatiyeke çêker nîşan bide, ez difikirm wekî îmzekirina peymana aştiyê sibejî dikare bive. Rûbînyan

Hikûmeta Ermenîstanê dê ji bo îmzekirina peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re, rojeva aştiyê, xebatên xwe bidomîne, lê ev jî girêdayî aliyê din e.

Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî Rûbên Rûbînyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got.

Li ser du mijarên bingehîn ên Ermenîstanê, wî destnîşan kir ku helwêstên aliyên ermenî di derbarê wan de nehatine guhertin.

Helwesta aliyên ermenî di derbarê rakirina blokên binesaziyên herêmê de wiha ye: Dixwaze binesaziyên di bin serwerî û dadweriya partiyan de, li gorî prensîbên wekhevî û beradayî bên rakirin.

Wî teqez kir ku hikûmet her tiştî dike ji bo ku îmzakirina peymana aşitiyê mimkun be û dê di vî warî de berdewam be. Aliyê ermenî bi rojeva aştiyê ve girêdayî ye, lê ev jî girêdayî aliyê din e.

Cîgirê Serokê NA di bersiva pirsa derbarê rojên muhtemel de, tekez kir. “Eger ji aliyê Azerbaycanê ve nêzîkatiyeke çêker hebe, ez îmzekirina peymana aştiyê heta sibe mimkun dibînim.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button