All NewsTop

Ararat Mîrzoyan û Josêp Borêl li ser mijarên herêmê nêrînên xwe dan hev

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josêp Borêl re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de li ser gelek mijaran axivîn.

Di çarçeweya hevkarîya Ermenîstan û Yekîtîya Ewrupa de, herdu alîyan tekezî li ser giringîya cîbicîkirina bernameyên hevkarîyê yên ku berê hatine çêkirin û giheştina qonaxeke nû di warên din de kirin. Di vê çerçoveyê de bahse wê hat kirin ji bo bernameya Yekîtiya Ewropayê ya “Berxwedanî û Mezinbûna Ermenîstanê” ya ku di encama civîna 5’ê Nîsanê ya Brûsêlê de hat amadekirin û her wiha ji bo pêkanîna rojeva nû ya hevpariya Ermenîstan-YE’yê gavên ku tên avêtin.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê her wiha bal kişand ser giringiya girtina biryara dawî li ser destpêkirina diyalogê li ser azadkirina vîzeya Ermenistan-YEyê.

Di civînê de behsa xebat û xebatên di rojevê de hat kirin.

Ararat Mîrzoyan û Josêp Borêl li ser mijarên herêmî fikrên xwe guherandin. Wezîr Mîrzoyan geşedanên dawî yên pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê pêşkêş kir. Ararat Mîrzoyan amaje bi pêvajoya xêzkirina sînorên di navbera her du welatan de û lihevkirinên nivîskî yên di navbera komîsyonên têkildar de kir û bal kişand ser pêvajoya sala 1991’an. Pêwîste li ser esasê Danezana Alma-Ata ku li ser asta serokên her du welatan jî hatiye ragihandin, berdewam bike. Serokê dezgeha siyasî ya derve ya Ermenistanê di dema pêşkêşkirina gotûbêjên li ser reşnivîsa peymana aştiyê de tekez kir ku, bi ronîkirina lihevhatinên ku di reşnivîsa peymanê de hatine bidestxistin, dê lihevhatineke dawîn pêk were.

Di civînê de behsa mijarên din ên balkêş hatin kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button