Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di hevpeyvînekê de ligel TRT Worldê ya Tirkî îhtîmala endambûna YEyê red nekir.
Ararat Mîrzoyan li ser pirsa gelo YE berfireh dibe, gelo we qet hizir li ser endambûna YEyê kiriye, gelo ev yek di demeke nêzîk an dûr de mimkun e, yan jî Ermenistan di çarçoveya siyaseta xwe ya derve ya li hember Rojava de bi endamtiya NATOyê re eleqedar e?
“Li Ermenîstanê hemû kêşeyên ku di van 3-4 salên dawî de rastî wan hatin, li ber çavan tên girtin. Ger ez bibêjim ku fikra tevlêbûna YEyê jî di wê lîsteyê de ye, ez ê sirek eşkere nekim. Daxwazên gelên Ermenîstanê yên ewropî hene û wek min got, em di vê pêvajoyê de derbas dibin û em ê bibînin ku dawiya wê proseyê çawa be, ku di vê gavê de kes nikare piştrast be û pêşbînî bike.”
Dixwazim vê yekê jî zêde bikim ku di dîrokê de yekem car Yekîtiya Ewropa di nav pirsgirêkên ewlekariya herêma me de cih girt. hûn dizanin ku mîsyona çavdêriya YE li Ermenistanê ye, ku çavdêriya sînorê Ermenistan û Azerbaycanê dike;