All NewsTop

Ararat Mîrzoyan û nûnerê taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa perspektîfên hevkariyê kirin

Di çarçoveya Foruma Ewlehiyê ya Munchenê de Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi Nûnera Taybet a Dîplomasiya Bajar û Dewletê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nina Hachigian re hevdîtinek pêk anî.

Li ser mijarên rojeva hevkariya dualî ya Ermenistan û DYAyê fikir hatin guherandin. Di civînê de behsa geşedanên li pêşiya me hat kirin, her wiha behsa îmkanên hevkariya di navbera bajar, navçe û dewletan de hat kirin.

Di hevdîtinê de mijarên girêdayî rewşa ewlekarî ya li Başûrê Kafkasyayê hatin gotûbêjkirin. Li ser geşedanên dawîn ên li herêmê, pêvajoya asayîkirina têkiliyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê hat axaftin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button