Di van du salên borî de, kirîna kompleksa pîşesazî ya leşkerî ji kompaniyên xwecihî 20 qat zêde bûye. Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Sûrên Papîkyan di hevpeyvîna xwe ya bi Televîzyona Giştî re ev tişt gotîe.
“Me wezîfeya xwe danî ku em li Ermenîstanê bi qasî ku pêkan çekan hilberînin û bi qasî ku gengaz be ji hilberînerên herêmî bikirin,” wî gotîe.
Papîkyan anî ziman ku di sala 2023’an de jî xebatên endezyariyê yên giran hatine kirin û piraniya pirsgirêkan hatin kêmkirinê.