All NewsTop

Têkiliyên rasterast di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kêm-zêde lê heye. Paşînyan

Têkiliyên rasterast ên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de niha kêm zêde hene. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna koma înîsiyatîfê ya partiya “Peymana Sivîl” de ku hûrgiliyên pêvajoya aştiyê ya Ermenistan-Azerbaycanê pêşkêş kirîe, ev yek eşkere kirîe.

“Vê serdemê da têkiliyên navbeynkar û rasterast da hin beşên cuda rû dan. Niha, bi rastî, têkiliyên rasterast di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kêm-zêde çêdivin. Bi giranî kanalên xebatê yan jî bi taybetî di navbera ofîsa min û ofîsa Serokomarê Azerbaycanê da kar dikin,” Serokwezîr gotîe.

Bi rêya wan kanalan daxuyaniya hevbeş di 7ê Kanûnê de hat qebûlkirin û di encamê de 32 girtî ji Azerbaycanê vegeriyan Ermenistanê.

Li gorî serokwezîr, Ermenistan û Azerbaycan li ser metna peymana aştiyê dixebitin û li pey hev ji hev re dişînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button