All NewsTop

Parlamenterê muxalefetê şert û mercên aştiyê bi Azerbaycanê ra nabîne

Endama muxalefetê ya Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Sêyran Ohanyan rojeva aştiyê yekalî dibîne. Parlamenter nêrîna xwe li ser wê yekê esas digire ku Azerbaycan her dem daxwazên nû pêşkêşî Ermenîstanê dike.

  Ohanyan di axaftina xwe ya li Meclîsê de bi rojnamevanan re helwestek wiha anî ziman û amaje bi gotinên Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alêyêv ên rojên dawî kirîe.

“Ew rojev rojeveke yekalî ye. Ji aliyê dijmin va li Ermenîstanê ferzkirina aştiyê ye. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku retorîka Alîyêv jî ne hatîe guhertinê , ji ber ku di her qonaxê de bi berdewamî daxwazên nû pêşkêşî Ermenîstanê dike.”

Li gorî Ohanyan, îro şert û mercên aştiyê bi Azerbaycanê re nîn in. Parlamenter tekezî li ser wê yekê dike ku Azerbeycanê li dijî Ermeniyên Qerebaxa Çiya jenosîd pêk aniye û Qerebaxa Çiya ji niştecihên xwe vala kiriye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button