All NewsTop

Li Bakûê organîzatorê hev-konferansa avhewayê, serokê berê yê SOCAR, navenda skandalê de ye

Rûniştina 29emîn a Konferansa Beşdarên Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin. Hilbijartina Bakûyê ya di vê rolê de di nav derdorên jîngehparêz û pîşeyî de pêleke nerazîbûnê bilind kirine.

Xem û fikar bi wê yekê ve girêdayî ne ku ji sedî 90ê hinardekirina Azerbaycanê berhemên petrolê ne.

Çend roj berê hat zanîn ku Wezîrê Parastina Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî yê Azerbaycanê Mûxtar Babaêv ku 26 salan di şirketa petrolê ya dewletê ya Adrebecanê SOCARê de kar kiriye, wek serokê konferansê hat hilbijartin.

The Guardian destnîşan dike ku wezîrê parastina jîngehê yê Azerbaycanê ku xwe dispêre pîşesaziya neft û gazê, bi daxuyaniyên xwe yên li ser “hilweşandina xwezaya Qerebaxê” ji aliyê Ermeniyan ve tê naskirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button