Ermenîstan li hember tu welatekî xwedî îddîaya erdî nîne, lê artêşa xwe pêş dixe û ger hewce bike dê heta dawî xwe biparêze.
Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan di axaftina xwe ya li parlementoyê de li ser pirsa şerê muhtemel a li hember îdiayên erdnîgariyê ku vê dawiyê ji hêla Azerbeycanê ve hatî ragihandin, gotîe.
“Gelo nîşanek heye ku Ermenistan difikire ku di her şert û mercî da tenê aştî pêk tê, helbet na. Artêşa me heye, em artêşê pêş dixin, ger hewce bike em ê heta dawiyê xwe biparêzin. Lê em ê êrişî tu welatekî nekin û ti îdiaya axa ti welatekî nîne.”