All NewsTop

“Ez soz didim xelatek bidim” Paşînyan der barê “Korîdora Zengîzûrê” da

Li gorî Paşînyan, 3 sal in Azerbeycanê behsa “Korîdora Zengezûrê” dike û behsa daxuyaniya sê alî ye, ku tê de ti gotinek li ser wê tune ye.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di daxuyaniya 9’ê çirîa paşin de ji bo kesê ku hevoka “Korîdora Zangezûrê” bibîne, soza xelata diravî dide. Wî ev yek di civîna koma destpêşxerî ya partiya “Peymana Sivîl” de ragihand.

Li gor serokwezîrê Ermenîstanê ji Azerbaycanê dibêjin em gihane wê astê ku di sala 2020an de Di daxuyaniya 9ê çirîa paşin da gere “Korîdora Zangezûrê” jî were tomarkirin û Federasyona Rûsyayê ewlehiya wan rêyan misoger bike.

“Di sala 2020 de di daxûyaniya 9ê çirîa paşin da, yek ji wan herduyan jî nehatiye nivîsandin. Li tu derê nehatiye nivîsandin ku gere Federasyona Rûsyayê li her axa Ermenîstanê ewlehiya ragihandinê peyda bike. Nexasim ku ev sê sal in Azerbaycan bi behskirina deklerasyona sê alî li ser “Korîdora Zengîzûrê” axaftin pêş dixe. Di daxuyaniya 9’ê çirîa paşin de kî gotina “Korîdora Zangezûrê” bibîne, ez soz didim ku xelata pere  bidim.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button