Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çarçoveya civîna nefermî ya welatên Yekîtiya Dewletên Serbixwe de di gera li muzeya “Pavlovskê” ya li Sankt Pêtêrsbûrgê de axivîne.
Ev ji aliyê ajansa TASS ve hatiye ragihandinê.
Vîdyoya ku hatiye weşandin nîşan dide ku çawa Nîkol Paşînyan û Pûtîn hinekî dûrî serokên welatên din ên Hevbendiya Dewletên Serbixwe radiwestin û bi awayekî aktîf diaxivin.