All NewsTop

Heger di berjewendiya me da be em biçin Pêtêrsbûrgê wê demê em ê herin. Ev ne gavek paşde ye. Alên Sîmonyan

Serokê Meclisa Neteweyî Alen Simonyan çûna Serokwezîr Nîkol Paşînyan a Pêtêrsbûrgê wek gavek paş nahesibîne. “Hûn dizanin ku em bi Rûsyayê re di heman yekitiya aborî de ne, aboriya me geşbûnek mezin dibîne û em nikarin firsendê ji dest bidin ku serokatiya rêxistina ku em lê ne bi destê xa berdin. Ew Ermenîstanêra lazime.”- Alên Sîmonyan li parka Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re gotîe.

“Ermenîstanê tu carî daxuyaniyeke fermî nedaye ku dorvegerê dike. Hûn dizanin ku di 19ê Kanûnê de jî ez neçûm civîna Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, li ser xebatên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv ku îro jî hene, tedbîrên me yên cidî hene. Min got ew ji ber çi ne û dê heta kengî emê berdewam bikin.

Ermenistan dê li pey berjewendiyên xwe berdewam be, heger ew di civîna ku dê li Pêtêrsbûrgê pêk were de bin, em ê herin wir. Heger na, em ê neçin, wekî îsal çendîn car qewimîe.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button