NATO ji daxuyaniya hevpar a ku Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îmze kirin, gelekî geşbîn e. Nûnerê taybet ê NATO yê li Kafkasya û Asya Navîn Xavîêr Kolomîna di hevpeyvînekê de ligel Kanala Yekem a Gûrcistanê ev tişt gotîe.
“Em difikirin ku ev nûçeyek pir baş e. Em piştgirî didin normalîzekirina têkiliyên Ermenistan û Azerbaycanê. Em piştgiriyê didin hewldanên YE û DYA yên di vê pêvajoyê de û hewldanên Ermenistan û Azerbeycanê yên li ser esasê dualî. Bi rastî ji bo me girîng e ku îstiqrara li herêma Kafkasyayê ne tenê bi xebatên ku em li Gûrcistanê dikin, di heman demê de bi îstiqrara ku li Ermenistan û Azerbeycanê pêk tê were domandin.”
Kolomîna di bersiva vê pirsê de ku gelo ew berjewendiya Êrîvanê di nêzîkbûna NATOyê de dibîne yan na, diyar kir ku Ermenîstanê bi zelalî biryar daye ku siyaseta xwe ya derve biguherîne û heta radeyekê ji Moskowê dûr bikeve. “Tiştê ku em teşwîq dikin ev e. Ermenî azad in ku bi xwe biryarên xwe bidin, lê wan biryar daye ku vê yekê bikin, û ez difikirim ku ew ji niha ve dest bi nêzîkbûna me dikin, ji bo hevkariyê bêtir dixwazin, ji bo diyaloga siyasî bêtir dixwazin, ji bo hebûna NATOyê bêtir dixwazin.
Em piştgîriya her biryareke hevkarên xwe dikin, ku li gorî me ji bo aramiya herêmê kêrhatî ye. Ev ji bo me pir girîng e.”