All NewsTop

Vîdêo. Belgefîlma li ser Ermeniyên li Azerbeycanê yên ku ji aliyê etnîkî ve tên çewisandin, di nav lîsteya “Oskar”ê de cihî girtîe

Kurtefîlma Bên Proûdfort û Krîs Baûêrs, “The Last Repair Shop”, tevî 15 fîlmên din, ji bo 96emîn Xelatên Oskarê hat hilbijartin. Em vê yekê ji agahiyên ku li ser malpera Akademiya Fîlman a Amerîkî hatine weşandin hîn dibin.

Bingeha fîlm karakterekî Ermenî ye. Fîlm qala çar hunermendên fedakar dike ku zêdetirî 80,000 amûrên muzîkê yên xwendekaran li bajarê Los Angelesê di rewşek baş de digirin. Rêvebirê wan ê giştî Steve Baghramyan e, yê ku di salên 1980î de li Azerbaycanê rastî zilma etnîkî hat.

Fîlm di beşa “Kurtefîlma herî baş a belgefîlmê” de ji nav 114 fîlmên ku di vê beşê de namzet hatin hilbijartin, ket lîsteya kurt.

“The Last Repair Shop” bi serhêl li ser kanala YouTube-ê ya Los Angeles Times heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button