All NewsTop

Ermenistan dikare ji Hindistanê pergalên mûşekên dijî hewayî yên “Akaş” bikire

Ermenistan dikare ji Hindistanê sîstemên mûşekên dijî balafiran ên menzîla kurt “Akaş” bikire da ku herêm û xalên xeternak ji êrîşên hewayî biparêze. Portala “EurAsianTimes” li ser vê yekê dinivîse.

Ermenîstanê ji bo li hemberî Azerbeycanê, roketavêjên pir bermîlî “Pînaka” yên Hindistanê, fuzeyên rêberî yên dijî tank “Konkurs” û cebilxane jî bi dest xistîe.

Her wiha hat ragihandin ku Hindistan wê bi 41,5 milyon dolarî pergala antî-dronê bide Ermenîstanê.

Çekên ku ji hêla Hindistanê ve têne hinardekirin, berê jî di nav çekdarên hêzên çekdar ên vî welatî de cih girtine, ku ev yek jî bandora wan îsbat dike û Ermenistan bûye yek ji mezintirîn îtxalkarê çekên Hindistanê.

Erîvan ev demeke hewl dide ku îtxalata xwe ya çekan cihêreng bike û hevalbendên nû digere, piştî ku Rûsyayê nkarbû çekan bi qasî 400 mîlyon dolarî bide welêt.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button