All NewsTop

Îran wê bi Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê re peymana herêma bazirganiya azad îmze bike û ji Ermenîstanê dest bi xebatan bike

Îran û Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê dê di dawiya vê mehê de li ser avakirina herêma bazirganiya azad rêkeftinekê îmze bikin. Ev yek ji ajansa ILNA re, li ser zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo karûbarên aborî Mehdî Safarî ragihand.

Safarî di civîna çapemeniyê ya ku piştî pêşangeha taybet bi potansiyela hinardekirina Îranê hat lidarxistin de wiha got: “Rêkeftin dê 25ê Kanûnê li bajarê San Petersburga Rûsyayê were îmzekirin.”

Alîkarê wezîr jî da zanîn ku “xebat dê ji Ermenistanê dest pê bikin”. Herwiha Tehran hêvî dike ku rêkeftina herêma bazirganiya azad qebareya bazirganiya ligel Rûsya û Belarusê zêde bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button