All NewsTop

Endametiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji bo me vê gavê ti alternatîfek nîne. Vagharşak Hakobyan

Di van çend salên dawî de, Ermenîstan ku endamê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ye, di warê aborî de jî gelek serkeftin bi dest xist. Parlamenter Vagharşak Hakobyan li Meclisa Neteweyî di brîfîngekê de ji rojnamevanan re li ser pirsa gelo dê Serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî civînên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û Yekîtiya Dewletên Serbixwe bibe yan na.

“Sala par Ermenîstanê di warê aborî de ji sedî 12,7 mezinbûna safî bû, ku ne tenê li herêmê, di asta cîhanê de jî yek ji wan geşedanan bû û di çarçoveya Aboriya Avrasyayê de xebatên xwe bi pêş ve birin û ev hemû destkeftî bi dest xistin. Yekîtî û pir normal e ku em beşdarî civînên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê bibin. Em di derbarê serdanên Serokwezîr de bi awayekî fermî ji çavkanî û daxuyaniyên Hikûmetê agahî digirin û ez jî serî li çavkaniyên hikûmetê bidim. Min nêrîna xwe got û ez wisa difikirim ku endamtiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji bo me niha tu alternatîfek tine ye û endamtiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tiştên pir erênî ji welatê me re tîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button