All NewsTop

Çareya herî baş ev e ku ev statuko bimîne: ne werin ne jî biçin. Gêvorg Papoyan li ser vegera penaberan

Di piroseya danûstandinên Ermenistan û Azerbaycanê de li ser çend xalan lihevkirin çêbûne, hinek xal hê jî li hev nehatine û em li vir, yan di wê astê de behsa çi bikin, dê her tişt were gotûbêjkirin. Parlamenterê Meclisa Neteweyî Gêvorg Papoyan di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de bi rojnamevanan re axivî.

Wî bal kişand ser mijara îhtîmala vegera penaberên Azerbaycanê bo Ermenistanê. “Helwesta Ermenîstanê wiha ye: Gere her tişt bi hev re bibe. Ger tiştek ji bo me nebe, ji bo Azerbeycanê jî nabe. Di vê çarçoveyê de, li gorî min bijardeya herî baş divê ev statuko bimîne, yanî ne hatin û ne jî çûn. Di paşerojê de, dema ku demên atmosfera aştiyane ya ku min behs kir rastî werin û ew derfet hebe, ez difikirim ku ne hejmareke zêde, lê hejmarek sînordar belkî dê wî mafî bikar bînin. Lê ew ê ne pêvajoyek organîze be. Çareseriya herî baş ew e ku ev statuko bimîne.” Papoyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button