All NewsTop

Kerobyan îmkanên “Xaçerêya Aştiyê” pêşkêşî pisporên Hindistan, Îran, Gurcistan û Ermenistanê kirîe

Wezîr Vahan Kêrobyan heyeta konferansa pisporan a bi navê “Rastiyên nû yên herêmî û “Xaçerêya aştiyê”” ku ji pisporên Hindistan, Îran, Gurcistan û Ermenîstanê pêk dihat qebûl kirîe. Ev ji aliyê Wezareta Aboriyê va hatîe ragihandinê.

Hevdîtinê da wezîr projeya “Xaçerêya Aştiyê” ya ku ji aliyê Hikûmeta Ermenîstanê ve hatiye amadekirin pêşkêş kir û bal kişand ser derfetên pêşketina aborî û kanalan.

Vahan Kêrobyan her wiha hawîrdora xweş a karsazî û veberhênanê ya ku li Ermenîstanê hatiye afirandin ji mêvanan re da nasîn û bi cuda behsa projeya avakirina “Bendereke hişk” li Gimgimê kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button