All NewsTop

Mîrzoyan li Skopyayê projeya “Xaçerêya Aştiyê” pêşkêş kirî

Wezareta Karên Derve beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 30. Konferansa Wezîran a Teşkîlata Ewlekarî û Hevkarîyê ya Ewropayê de ku ji 30’ê çirîa paşin heta 1’ê Kanûna pêşin li Skopyaya paytexta Makêdonyaya Bakûr pêk hatîe, bi kurtasî eşkere kirîe.

  “Wezîr Mîrzoyan di forumê de axaftinek kir û bal kişand ser kêşeyên ku Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê û welatên di qada berpirsyariya wê de ne û di serî de li Kafkasya Başûr rû bi rû mane. Binpêkirina hiqûqa navneteweyî li her derê cîhanê gere bi awayekî eşkere bê mehkûmkirin û neyê erêkirin, wekî din hestek bêcezabûnê çêdike, li deverên din ên cîhanê dibe tiştekî asayî.

Wezîrê Mîrzoyan zêdetir ji bîst hevdîtinan bi nûnerên rêxistinên navneteweyî û wezîrên derve yên welatên din re kir, ku ji wan re bûn:

Serokê bi wekalet yê Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê, Wezîrê Karên Derve yê Makedonyaya Bakur û her wiha 2024 Bi Wezîrê Karên Derve yê Maltayê re ku serokatiya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê dike,

Hevdîtina Cîgirê Wezîrê Derve yê Kanadayê jî hat lidarxistin. Di hemû hevdîtinan de kêşeyên ku Ermenîstan pê re rû bi rû maye, encamên paqijiya etnîkî ya Azerbaycanê li Qerebaxa Çiya, nêrîn û hewldanên Ermenîstanê yên ji bo avakirina aramiyê li Kafkasya Başûr, projeya “Xaçerêyên Aştiyê”, prensîbên sereke yên Di peyama ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat dayîn de têkildarî peywendiyên bi Azerbaycanê re hatin destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button