All NewsTop

Ez fam nakim paşxistina Azerbaycanê wê çi bide wan û herêmê. Alalên Sîmonyan

Em her tim îhtîmala zêdebûnê dibînin, ji ber ku gelek mînak hene, wek mînak di dawiya Tebaxa 2022an de hevdîtinek pêk hat û piştî 15 rojan Azerbaycanê dest bi operasyonên leşkerî kir. Serokê Miclîsa Netewî Alên Sîmonyan di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî da li ser daxuyaniya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê James O’Brîan ku gotibû Waşîngtonê dê hemû amûran bikar bîne da ku rê li pêşiya avakirina rêyeke bazirganiyê ya ne aştiyane bigire, wiha gotîe. “Em tu carî nikarin tiştekî ji holê rakin û hişyariya DY jî ji bo vê ye. Bi rastî jî aliyê Ermenî ji bo aştiyê amade ye û diçe.”

Li ser pirsa “Gelo bi navbeynkariya Amerîkayê dibe ku hevdîtineke nû di navbera Paşînyan û Aliyev de pêk were?” Serokê Meclisa Neteweyî bersiv da. “Ev yek ji wan pirsane ku persiva wê. Ez fam nakim çima Azerbaycan ji formên cuda dûr dikeve. Pêşî Fransiyan sûcdar kirin, paşê Brukselê sûcdar kirin, format red kirin, paşê Washington red kirin. Bi rastî ez fam nakim dirêjkirina wê demê wê çi bide Azerbaycanê, wê çi bide herêmê. Bi destekî behsa aştiyê dikin, bi destê din jî ji peymana aştiyê ku jixwe gelekî nêzî rastiyê ye, direvin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button