All NewsTop

Hikumeta Ermenîstanê bi pêkanîna projeyên nû re eleqedar e. Paşînyan, Serokê Banka Pêşketinê ya Asyayê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Serokê Banka Pêşketinê ya Asyayê Masatsûgû Asakawa qebûl kirîe.

Ofîsa Serokwezîriyê radigihîne ku Serokwezîr hevkariya nêzîk ya di navbera Hikûmeta Ermenîstanê û Banka Geşepêdana Asyayê de pêk hatiye bilind nirxand û tekez kir ku ew hevkarî di pêşxistina binesaziya welatê me de ye. Nîkol Paşînyan anî ziman ku hikûmeta Ermenîstanê bi pêkanîna projeyên nû re eleqedar e û destnîşan kir ku pêşxistina binesaziyê ji bo rêveberiyê girîngiya bingehîn e.

Masatsûgû Asakawa hevkariya bi Ermenistanê ra bi bandor nirxand û diyar kir ku Banka Pêşketinê ya Asyayê amade ye ku bernameyên hevpar berfireh bike.

Di vê çarçoveyê de projeyên heyî û îmkanên cîbicîkirina projeyên nû yên di çarçoveya bernameya başkirina ewlekariya erdhejê de di warê avakirina dibistanan, çêkirina rêyan, pêşxistina binesaziya tenduristiyê û hin arasteyên din de hatin nîqaşkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button