All NewsTop

Endeksa herî bilind a Ermenîstanê ku heta niha hatiye tomarkirin. heta dawiya salê dê zêdetirî 5 milyon rêwiyên me hebin

Di vê salê de li Ermenîstanê aktîvkirineke girîng a herikîna rêwiyan û seferên hewayî hat tomarkirinê. Di warê herikîna rêwiyan de, li Ermenîstanê di sala 2019an de reqemeke bilind hat tomarkirinê, nêzîkî 3 milyon rêwiyan çûne. Di sala 2020an de ji ber vîrusa koronayê kêmbûnek hebû, sala 2021ê serdemek başbûnê bû, di sala 2022an de 3,7 milyon rêwiyan herikîn. Di 10 mehên 2023-an de, 4,7 mîlyon herikîna rêwiyan hatine tomar kirinê. Li gorî pêşbîniyên firokevaniya sivîl a Ermenîstanê, tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê zêdetirî 5 milyon rêwî hebin. Ev pileya herî bilind e ku heta niha ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye tomarkirinê. Alîkarê Serokê Komîteya Hewayî ya Sivîl a Ermenîstanê Stêpan Payaslyan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê ra gotîe.

“Di du salên dawî de, hem di warê firînên balafiran û hem jî ji hêla herikîna rêwiyan de me xwedan pêşkeftinek pir dijwar bû. Çend sedemên vê yekê hene. Ya yekem ji ber xwesteka mezin a mirovan e ku di heyama piştî Covid-ê de rêwîtiyê bikin. Sedemek din jî rewşa herêma me ye. Bi taybetî ji ber pirsgirêka Rûs-Ukrayna herikîneke pir mezin a rêwiyan heye.

“Çalakiya çalak a rêwiyên hewayî yên Ermenîstanê ji bo aktîvkirina herikîna rêwiyan faktorek alîkar e. Di dîroka Ermenîstanê de tu carî çênebûye ku 6 keştiyên hewayî yên ermenî ji Erîvanê seferan bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button