All NewsTop

Em ê xwe li gorî berjewendiyên dewleta Ermenîstanê bimeşînin. Paşînyan der barê îhtîmala derketina ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf da

Qeydên rayedarên Ermenîstanê nîşan didin ku kirinên defakto an jî neçalakiyên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf berpirsiyariyên wê yên li hember Komara Ermenistanê nagirin.

Ev yek ji aliyê serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ve hatîe gotinê wade bersiva pirsa yek ji welatiyan da, gelo çima biryara vekişîna ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf nadin, gelo îradeya siyasî nîne?

Li gor wî îradeyek siyasî heye û li gor hewcedariyê biryarek dê li gor berjewendiya komara Ermenistanê be.

“Çima em biryarê li ser vekişîna ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf an bidawîkirina endamtiya xwe ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf nadin û em ê bidin?” Em ê li gorî berjewendiyên dewletê yên Ermenîstanê arasteyekê bigrin. Ger me di vê gavê da biryarek girtibe an jî biryarek negirtibe, pîvana me ya ku em ber bi wê ve dimeşin berjewendiya dewletê ya Ermenîstanê ye.

Qeydên me nîşan didin ku bi kiryar an jî neçalakiyên defakto yên Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf berpirsiyariyên wê yên li hember Komara Ermenîstanê nagirin. Yanî di vê wateyê de kiryarên Teşkîlata Peymana Ewlekariya Kolektîf ne li gorî berjewendiyên Ermenîstanê ne. Em vê pirsê bi awayekî zelal tînin ziman.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button