
Di 17’ê çirîa paşin da Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî biryara sepandina tedbîra demkî ya di doza Ermenîstanê ya li dijî Azerbeycanê de weşandîe.
Dadgehê Azerbaycanê mecbûr kir ku kesên ku piştî 19ê Îlona 2023an ji Qerebaxa Çiya derketine û dixwazin vegerin, bi ewle, bê astengî û bi lez vegerein.
Her wiha li gorî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Azerbaycan mecbûr e ku kesên ku piştî 19ê Îlona 2023an hîn li Qerebaxê ne û dixwazin derkevin, bi ewlehî bê astengî û bi lez û bez vê yekê bikin.
Ji aliyê din ve, dadgehê Azerbaycanê mecbûr kir ku xwe ji bikaranîna hêz û tirsandina kesên ku piştî 19ê Îlonê li Qerebaxê mane yan jî vegeriyane, dûr bixe.