All NewsTop

YE’yê derbarê encamên binpêkirina serweriya Ermenîstanê da hişyarî daye Azerbaycanê

Civata wezîrên derve rêyên xurtkirina hevkarîya bi Ermenîstanê re û piştgirîkirina desthilatdarîyên bi awakî demokratîk hatine hilbijartin gotûbêj kirine.

Nûnerê YEyê yê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê Josêp Borrêll di civîna çapemeniyê ya ku piştî civîna Konseya Têkiliyên Derva ya YEyê hat lidarxistin da derbarê pirsên ewlehî û berdewamiya reforman de li welêt daxuyanî daye.

“Me biryar daye ku mîsyona li Ermenîstanê bi zêdetir efseran û zêdetir dewriyeyan li deverên hesas ên sînor xurt bikin. Û em ê di çarçoveya Fona Aştiyê ya Ewropayê û vebijarka serbestberdana rejîma vîzeyê ya ji bo Ermenîstanê de piştgiriya muhtemel a ji bo Ermenîstanê lêkolîn bikin.”

“Gere em li hember her hewildanek ji bo têkbirina îstiqrara Ermenistanê hem li hundur hem jî li derve pir hişyar bin. Û peyama me ji Azerbaycanê re eşkere ye: her binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Ermenistanê dê neyê qebûlkirin û dê encamên cidî li ser têkiliyên me hebe.”

Wî daxwaz kirîe ku danûstandinên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da ji nû va dest pê bikin, li ser bingeha xebata ku ji hêla serokê Konseya Yekîtiya Ewropî, Şar Mîşêl va hatî kirinê.

Borrell got, “Pêdivî bi îmzekirina peymana aştiyê heye û em mecbûr in ku rola xwe ya navbeynkariyê bidomînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button