All NewsTop

Wezîrê Aboriyê: Li Ermenîstanê her tûrîstek bi qasî 1200 dolar xerc dike

Li gorî daneyên teqrîben her tûrîstek ku tê Ermenîstanê bi qasî 1200 dolar xerc dike. Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan di civîna hevpar a komîsyonên domdar ên meclîsê da ku di 31ê çirîa paşin da li ser pêşnûmeya bûdceya dewletê ya sala 2024an hat gotûbêjkirin da ev tişt gotîe.

Li gorî daneyên 9 mehên sala 2023’an nêzî 1.850 mîlyon turîst serdana Ermenîstanê kirine. Kerobyan gotîe, “Em lêkolînên berdewam li xalên sînorê Ermenîstanê dikin.”

Li gorî wî, di heyama 3 salên borî de xerckirin di sektora tûrîzmê da 6,5 qat zêde bûye. Di sala 2024an da tê plankirin ku 13 milyar û 188 milyon dram were veqetandin.

“Bi giştî di sala 2024’an de ji bo çalakiyên kirrûbirrê 1,5 milyar dram tê plankirin ku were veqetandin. Ji bo berhevdanê îsal ji bo heman armancan 990 milyon, di sala 2022an de jî 170 milyon dram hatiye veqetandin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button