All NewsPoliticsTop

Paqijiya etnîkî ya li Qerebaxê ji aliyê medyaya girseyî ya Amerîkî va bi “bêdengiya kevir” hat pêşwazîkirinê. Namzedê serokatiya Amerîkayê

Karsaz Vîvêk Ramaswamy ku ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê namzetiya xwe nîşan daye, aciziya xwe anîe ziman ku medyaya Amerîkayê bi awayekî bijarte şerên ku li deverên cuda yên cîhanê diqewimin û paqijkirina etnîkî ya ku ji aliyê Azerbaycanê va li Qerebaxa Çiya hatiye kirin naşopîne. Ev yek ji aliyê Ofîsa Dat ya Ermeniyên Amerîkî va hatiye ragihandinê, ku vîdyoya hevpeyvîna Vîvêk Ramaswamy li ser rûpela xwe ya Xê belav kiriye.

“Programa xwe da, we çend sehaet, deqe yan çirkeyan ji bo kiryarên Azerbaycanê yên li dijî Ermenîstan û Qerebaxê terxan kir? Sifir. Bi îhtimaleke mezin, ev bersiv e, “gotîe Ramaswamy, û destnîşan kirîe ku gelek dezgehên medyayê wiya kirine.

Li gorî wî, kiryarên Azerbaycanê yên li dijî Ermeniyan di meha Îlonê da, dema ku li Qerebaxa Çiyayê paqijiya etnîkî hate kirin, bi “bêdengiya kevir” ra rû bi rû hat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button