All NewsTop

Kêrobyan dbêje kû diqeme sala 2024an da avakirina “Bendereke hişk” û parkeke pîşesazî ya hişk dest pê bikin

Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vahan Kêrobyan di wê baweriyê da ye ku plana avakirina “Bendereke hişk” û parka pîşesazî ya hişk li Gimrîe da heta dawiya salê were pejirandin û sala 2024’an da wê bikeve qonaxa pratîkî.

Wezîr bi îhtimaleke mezin dibîne ku piştî nîqaşa li Komîteya Veberhênana Giştî ya meha Kanûnê, pêkanîna projeya “Bendera hişk” û parka pîşesazî ya hişk were pejirandin. Li gorî wezîr, îhtîmal e ku ew ê modelek hevpariya giştî û taybet be.

“Gere em hewl bidin ku operatorek pêşeng ku hem di sektora parka pîşesazî û hem jî di sektora lojîstîkê da rêvebirina asta bilind pêk bîne, bikişîne.”

Kêrobyan li ser pirsa gelo dê di sala 2024an de projeya bendera hişk bikeve qonaxa pratîkî de, Kêrobyan bersiveke erênî daye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button