All NewsTop

Nexşên Yekîtiya Sovyetê yê sala 1974-1978 navbeynkaran pêşkêşî herdû aliyan kirîe. Kostanyan derbarê daxuyaniya Lavrov da

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan bersiv daye daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov ku gotibû, Ermenistan û Azerbaycan dikarin şansê xwe biceribînin û li ser platformên rojavayî danûstandinan bikin, lê nexşeyên ku ji serdema Yekîtiya Sovyetê mane, ku dikarin bibin bingehek ji bo veqetandina navbera her du welat, tenê cem Rûsyayê hene.

Vahan Kostanyan brîfînga ligel rojnamevanan da diyar kir ku navbeynkaran nexşeyên Yekîtiya Sovyetê yên salên 1974-1978an dane aliyên Ermenistan û Azerbaycanê.

“Nexşeya salên 1974-1978’an ku behsa wan tê kirin hene. him aliyê ermenî û him jî aliyê Azerbaycanê bi wan dizanin. Ew nexşe ji aliyê gelek navbeynkaran ve pêşkêşî aliyan hatin kirin.” Kostanyan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button