PoliticsTop

Em miqabilî “Sivdera Zangêzûrêne” û em alî t’omerîbûna t’opraxa Ermenîstanê dikin: Mêhrdat Bazrp’aþ

Me’na Ermenîstanê seva Îranê ze’f ferze. Derheqa vê yekêda Mêhrdat Bazrp’aþê wezîrê Îranêyî r’iya û þeheravakirinê R’ewanêda, nav qisa t’ev r’ojne’mevana got.

         “Govekê sivdera Þimal-ce’nûbda dilqqedandina Ermenîstanêye ze’f ferz dikare heve”,- ewî da k’ivþê.

         Bi gilîyê ê qölixçî- Îran t’ev “ Sivdera Zangêzûrêye” hindava Adrbêcanêda fitildayînê qayîl nîne.

         “Me p’ir’ cara daye k’ivþê, wekî em t’ev sivdera Zangêzûrê qayîl nînin û wexta r’asthatinê t’ev qölixçîyê adrbêcanê me gotîye, wekî em miqabilî wê yekêne. Sçîasîya me xwe dispêre e’dlaya Qafqasîaêda û em her t’vbûneke dereke t’enqîddikin. Em difikirin, wekî welatê neh’îyê xwexa wê bikarvin qirarê herebaþ derxin”,- Bazrp’aþ binxetkir.

         Bi gilîyê wî- Îranê t’imê alî t’omerîbûna t’opraxa Ermenîstanê kirîye û wê bidûmîne alî bike: “Ew binxeleq, wekî navbera herdö welatada têne e’frandinê, hima e’dlaya meh’keme navbera welatê cînarva hinartîne”,- wezîrê îranî serda zêdekir.

         Ewî anî bîr, wekî van xilazîya t’ev Adrbêcanê p’evk’etin hatîye destanînê derheqa sivdera Erezda, k’îjan ij Adrbêcanê t’opraxa Îranêva derbazdive beorva Naxîcêvanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button