All NewsTop

Em li Qerebaxê lêgerîna mirovan derbaz dikin. hindik kes li malên xwe mane. Komîteya Neteweyî ya Xaça Sor

Di ser zêdebûna operasyonên leşkerî yên 19’ê Îlonê de mehek derbas bûye. em li herêmê xebatên xwe didomînin û bersivê didin gelek hewcedariyên ku derdikevin holê. Ev ji aliyê ofîsa Ermenîstanê ya Komîteya Neteweyî ya Xaça Sor va hatçe ragihandinê.

Xebatkarên me hîn jî li navendên bajar û gundên çiya digerin û li nîşanên jiyanê û li her kesê ku hewceyê alîkariyê digerin.

Jimareke hindik kes li malên xwe dimînin. hinek bi tercîh, hinek jî ji ber ku nikarin bi tena serê xwe derkevin. Em xurek û lênerîna tibbî ji wan ra peyda dikin, em di heman demê da alîkariya wan dikin ku bi xizmên xwe ra têkiliyê deynin an jî firsendê çêbikin ku biçin Ermenistanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button