All NewsTop

Li Ermenîstanê daxwaza herî girîng edalet, edalet, serweriya hiqûqê bûye û heye. Paşînyan

Ji 1ê Kanûna paşin da, ye 2024an pê va li Ermenîstanê du saziyên lêkolînê wê hebin: Komîteya Lêkolînê û Komîteya Dijî Gendeliyê.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di rûniştina bi heybet a ku ji bo Roja Xebatkarê Komîteya Lêkolînê hatîe lidarxistinê da gotîe.

Serokwezîr destnîşan kirîe ku wedê dadweriya Ermenistanê da gelek reform hatine kirinê.

“Ez dixwazim bidme zanînê û bêjim ku ji vê salê û pê va hemû operasyonên lêpirsînên li Komara Ermenîstanê da bin kamerayan da wê bên kirinê. Bi dîtina min ev guhertineke pir girîng e ku Ermenistanê da nav welatên şaristanî da cih digire. Heman demê da, bi vê yekê, me erka xilaskirina lêkolînerên pispor ên ku dizanin çawa li ser dozên tawanan bi rêyên rewşenbîrî bixebitin, zanibin û serweriya hûrgelên psîkolojîk bikin, karibin hêza rastiyên rast û rast, qanihbûna wan binirxînin û hwd. ” serokwezîr gotîe.

Nîkol Paşînyan her wiha tekezî li ser du qat zêdekirina maşên Komîteya Lêpirsînê kirîe ku bi mebesta bilindkirina kalîteya xizmetguzariyê ye.

Serokwezîr destnîşan kirîe ku li Ermenîstanê şertê herî girîngê edaletî, serweriya hiqûqê û nevegerandina berpirsiyariyê ye û berdewam dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button