All NewsTop

Erîvan hazire ku bi Bakûyê ra peymana aştiyê îmze bike. Rayedarên Ermenistanê “xetên sor” diyar kirîe

Ez nikarim bibêjim ku li gorî encamên civîna li Granada dê belgeyek were îmzekirin an jî daxuyaniyek were pejirandin. Serokê Komîteya Daîmî ya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Ermenîstanê Sargîs Xandanyan di 3’ê Cotmehê da bi rojnamevanan re axivî.

“Ermenîstan her tim li ser amadebûna xwe ya ji bo îmzekirina peymana aştiyê gotiye û dibêje. Azerbaycan di vê mijarê de bi siyaseta xwe ya êrîşkar, bi êrîşa leşkerî, bi pozîsyona xwe ya li ser platformên navneteweyî di vê mijarê de pozîsyoneke wêranker digire.

Xandanyan behsa xetên sor ên Ermenîstanê kir – rêzgirtina ji yekparebûna axa Ermenîstanê ya 29800 kîlometre çargoşe ya li ser bingeha Danezana Alma-Ata.

Û wî got jî: Ermenîstan jî dixwaze rêyên ragihandinê veke, lê di çarçoveya serwerî û dadwerîya Ermenîstanê de, eger em behsa rê û kanalên peywendîyan di nav xaka wî welatî re derbas dibin.

Serokê Komîsyonê tekez kir: “Mijara vegerandina ermeniyên di destê Azerbaycanê de ye jî di navenda bala me de ye.”

Wî bi bîr xist ku Ermenîstanê tu carî li dijî Azerbeycanê xwedîyê îdiayên erdî nebûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button