
Wezareta Derve ya Ermenîstanê bi daxuyaniyekê girtina serokên Qerebaxa Çiya Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, Araîk Harûtyûnyan, Davît Îşxanyan, Rûbên Vardanyan û yên din ji aliyê Azerbaycanê va bi tundî şermezar kirîe.
Tevî diyaloga bi nûnerên Qerebaxê ra, rêzgirtin û parastina mafên ermeniyan, amadebûna na astengkirina vegera wan ji bo Qerebaxê û daxuyaniyên rayedarên payebilind ên Azerbaycanê yên derbarê avakirina aştîyê da. Li herêmê, hêzên ewlehiyê yên Azerbaycanê girtinên kefxaşî didomînin.
Komara Ermenîstanê gelek caran, isa jî 23ê îlonê da jî ji platforma Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêwîstîya garantîkirina dûrxistina van kiryaran anîye ziman. Di 28ê îlonê da, Komara Ermenîstanê ji bo tedbîrek demkî di doza “Ermenistan dijî Azerbeycanê” da li gor Peymana Navneteweyî ya Rakirina Hemû Cêwaziyên Nijadî, serîlêdanek pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî kiribû, daxwaz ji Azerbaycanê kirîe ku xwe ji serkirdayetiya niha an berê ya Qerabaxê an ji kiryarên cezakirinê yên li dijî artêşê dûr bixe.
Komara Ermenîstanê ji bo parastina mafên nûnerên Qerebaxê yên bi qaçaxî hatine girtinê, di dadgehên navneteweyî da jî wê hemû gavan bavêje.
Her wiha em bang li hevkarên navneteweyî dikin ku hemû peyamên xwe yên ku ji Azerbaycanê ra di derbarê parastina maf û ewlehiya gelê Qerebaxê da hatine şandinê bişopînin û hem di warê têkiliyên dualî yên bi Azerbaycanê ra û hem jî di saziyên navneteweyî yên cûrbecûr da li ser mijarê bisekinin, – daxuyaniya Wezareta Derve da hatîe gotinê.