All NewsTop

75 kongresmanên Amerîkî bi serokatiya Nansî Pêlosî bang li Baîdên kirin ku toleyan li ser Azerbaycanê bisepîne

75 endamên Kongreya Amerîkayê bang li rêveberiya serokomar kirin ku li ser Azerbaycanê mueyîdeyan bisepîne, alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên ji bo Bakûyê rawestîne, alîkariya însanî bide gelê ku bi darê zorê ji Qerebaxê koç kirine û çavdêrên navneteweyî li Korîdora Laçînê bi cih bike.

Amadekarên nameya ku ji aliyê endamên Kongreyê ve ji Serokê Amerîkayê Co Baîdên re hatiye şandin, Seroka berê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi û endama Kongreyê Anna Êşûn ne.

Nivîskarên nameyê, ku ji du partiyên Kongreyê pêk tên, “êrîşa leşkerî ya bêserûber” li ser Qerebaxa Çiyayê û “dorpêça hovane ya neh mehan” şermezar kir, ku di encamê de gelê Ermenî “tenê neçar ma birevin”.

Parlamenterên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kirin ku tevî hişyariyên li ser jenosîdê yên li ser gelê Qerebaxa Çiyayê tehdît dike jî felaketeke mirovî ya ku dikaribû pêşî lê bê girtin diqewime.

Endamên Kongresê pêşniyar dikin ku guhertina 907 ya Qanûna Piştgiriya Azadiyê were cîbicîkirin, ku qedexe dike ku hukûmeta Amerîkî alîkariya leşkerî bide Azerbeycanê. Her wiha bang li rayedarên Azerbaycanê jî tê kirin ku bi sepandina “Qanûna Magnitsky” mueyîdeyên kesane bên cezakirin.

Her wiha, nivîskarên nameyê pêşniyar dikin ku alîkariya mirovî ji bo gelên ji Qerebaxa Çiya koçber bûne bê kirin û bang li civaka navneteweyî jî dikin ku di vê mijarê de cih bigire.

Kongreman her wiha pêwîst dibînin ku tedbîr werin girtin ji bo misogerkirina veguhestina bi ewle ya xelkê Qerebaxê bo Ermenistanê, di nav de şandina çavdêrên navneteweyî li Korîdora Laçîn. Li gorî nivîskarên nameyê, ji bo efûkirina rayedarên Qerebaxê jî pêwîst e rasterast bi Azerbaycanê re jî têkilî bên kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button